Çavê Şin
Yâramin pir nazikê Rukenê çav hesine Dilê min de dimesine Ez asiqe çave we me Ew weke gûla zere Nav axa kesk u sor ê Ax Yâramin delale Weke ava zelale Canê min de xezale Dibinim ez ne xeyale De were çav hesine Vi dili de bi mesine Ax u ax çav hesinê..
Serenca Me Çûkan Dixwand
Min tu kişandî ber derderkiya serê sibê Ya meha xomurdanê, havîna malxopan.
Êşlêbarîna serenca me şehlûlê dixwand Min got dilo, em biçin ba wê bi serdanî Te got na, dilo tu dudil î, dilo tu bêdil î!
Min pêsîra xwe je te re kir textê stranan Kevirê tilsimê min da bin balgiya bihurî.
Ezablêbarîna serenca me bilbil dixwand Min got dilo, ez te bi pêla dengê wî xim Te got na, dilo tu bêhiş î, dilo tu dilreş î!
Min tu dirêjkirî li ber heyva panzdehşevî Xelata gazina stranbêjan ji min re hatibû.
Xwelîlêbarîna serenca me kund dixwand Min got dilo êdî dereng e, te got na, lez e; Ey dilo, bêxem î, bêhîs î, tu bi çend can î!
Ne Bi Xewn Ne Bi Xewnexavan
Min Lenîn dît, ne xewn bû, ne xiyal bûn Bi rastî, şewka wî li serî, kapût li mil bû. Bi ramandarî, digeriya li Rojhilata Navîn Ku navenda cîhê, jêderka mirovahiyê bû. Ku erdên berxwedan û serhildanên pîroz, Ku şûnên bihevketin, serketin û têkçûnan.
Min bîst, Lenîn digot: dem hate guhêrtin lê Fikir û zikir nihatine nûyandin, pêagahî ye!
Min Lenîn dît bibîranînê, ne şev bûn, ne roj Li halên Welatên Rojhilata Navîn hûr dibû; Çerx ji jehrê, heyam, ji heyamên şoreşan bû. Ji nû ve: dîtin, xwendin, têgihîştin, rêxistin û Hêçandin di koman û pêngavên tekoşînan de, Ku gel vîn in, vîn gel in; pîvan, pîvanê ke ne!
Belê, min ku Lenîn dît, bi lêpirsîn: ol û oldarî? Got: ez ne ji resûlên Xwedê me, bi we kar im! Perestîşxanê vekirî ne; ez ji bo bihûşta jînî me, Ez mirî me lakîn karker û xebatkar ne mirî ne!
|